26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 27 Mijdar 2015
ANKARA
Di Bernameya Hikûmeta 64emîn da ji bo polîtîkayên der barê têkoşîna ku wê bi rêxistina terorê ya cudaxwaz ra were dayîn da "Pêvajoya Yekîtiya Millî û Biratiyê" hat gotin û hat destnîşankirin ku îradeya çareseriyê wê bi biryardarî were parastin û domandin.
Hat gotin ku "Pêvajoya Yekîtiya Millî û Biratiyê" bi axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a 2005an ku wê demê Serokwezîr bû û li Diyarbekirê axivî, va dest pê kir.
"Pêvajoya Yekîtiya Millî û Biratiyê" di bernameya Hikûmeta 62yem ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu di 2014an da ava kir da wek "Pêvajoya Çareseriyê" hatibû binavkirin û pênaseya wê wiha hatibû kirin: "Xurtkirina standardên demokratîk û xelaskirina pirsgirêka terorê ya bi Tirkiyeyê ra."
Duh bernameya nû hat eşkerekirin û hat gotin, ji bo ku welat demokratîk bibe û refah zêde bibe Pêvajoya Yekîtiya Millî û Biratiyê dîrokî ye.
Di Bernameya Hikûmeta 64emîn da li ser Pêvajoya Çareseriyê hat destnîşankirin ku, "Cara ewil hikûmetekê dest bi çareserkirina vê pirsgirêkê kir" û wiha hat gotin: "Gelê me piştgirî da van gavên wêrek ên hikûmetên AK Partiyê. Bi hin êrîşên terorê û çalakiyên provokatîf va xwestin ku ev gav werin astengkirin, lê dîsa jî ji bo ku ev pirsgirêka sereke û dîrokî ya welatê me were çareserkirin, biryardariyê dewam kir."
Di bernameya nû da hat gotin ku hikûmetê ji bo pêvajoyê ji aliyekê va bi terorê ra têkoşînê bide, ji aliyekê va jî wê demokratîkbûn û îradeya çareseriyê bidomîne.
Di bernameyê da li ser Pêvajoya Yekîtiya Millî û Biratiyê wiha hat gotin:
Rêxistin bi taybetî li Rojhilat û Başûrê Rojhilat her cure zextê li ser mirovên me dike û ji bo vê serî li şidet û dereqanûniyê dide. Rêxistinê Tirkiye neterikand û çek daneynî. Çalakî û sabotajên rêxistina terorê wisa kir ku domandina pêvajo nehîşt. Ji bo ku maf û hiqûqa gel were parastin, divê pergala qamûyê were qewîkirin û divê dengeya azadî û ewlehiyê were sazkirin. Ev pêdivî ye. Bi vê helwestê di bernameya nû da bi tu awayî dev ji reform, xizmet û veberhênanan nayê berdan, paşda gav nayê avêtin.
Heta xwîna ku dirije nesekine û pergala qamûyê neyê tesîskirin têkoşîna terorê wê bidome û heta ku hiqûq û biratî tam rûnenê jî îradeya me ya çareseriyê wê dewam bike. Di gavavêtinan da mixatabê me hemû miletê me ye. Di heyama pêşiya me da em ê hemû girseyên civatî yên meşrû mixatab hildin."