26 Mijdar 2015•Rojanekirin: 26 Mijdar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erogan li Kulliyeya Serokomariyê bi mixtaran ra hat bal hev.
Erdogan di axaftina xwe ya li vir de wiha got, "DAEŞ nefta ku derdixe, difiroşe Esed. Biçin bi Esedê ku hûn piştgiriya wî dikin qala van bikin. Difiroşe wê derê. Pere ji wir distîne, kana pere jî jixwe diyar e. Me nedixwest ku em bên vê astê. Heger ku îllim dê li pişt hêza DAEŞê ya di warê çek û fînansê da li cihekî bigerin, cihê ku hewce ye ewil lê mêze bikin, rejima Esed e, ew welat in ku hevalbendên Esed in. Kesên ku muxalifan dike hedefa xwe ku muxalif ji aliyê 120 welatî va wekî nûnerê rasteqîn ê gelê Sûriyeyê tên qebilkirin, rasterast piştgiriyê didin DAEŞê."
- "Ciyên ku Tirkiye jê neft û xazê distîne, diyar in"
Serokomar Erdogan got, "Îja vê carê dibêjin ku 'Tirkiye ji DAEŞê neftê distîne.' Kesên rayedar van dibêjin. Gelek şerm e, xwelî li seriyan" û wiha pê da çû:
"A niha ciyên ku Tirkiye jê neft û xazê distîne, diyar in. Em di vê mijarê da îtxalata herî zêde ji Rûsyayê dikin. Di dereceya duyemîn da em ji Îranê dikin. Em ji Azerbeycanê xaza siruştî distînin. Bi heman awayê em ji Bakurê Iraqê distînin. Digel vê em ji Cezayir û Qatarê LNG distînin. Ciyên ku em jê distînin kifş in. Yên ku îdia dikin wekî em ji DAEŞê neftê distînin, mecbûr in ku vê îdiaya xwe îzbat bikin. Nexwe tu kes nikare îftira bavêje vî welatî. Ezê wan wekî mufterî bi nav bikim."
- "Ji xeynî Tirkiyeyê welatekî ku dijî DAEŞê bi awayekî cidî têkoşînê dide, hema bêje tuneye"
Erdogan diyar kir ku ji xeynî Tirkiyeyê welatekî ku dijî DAEŞê bi awayekî cidî têkoşînê dide, hema bêje tuneye û wiha dewam kir, "Tirkiyeyê, ev rêxistina terorê di 2005an da bi navên wî yên kevn wekî 'rêxistina terorê' nas kiriye. Ji 2013an û pê va jî wekî navê wê yê nû me navê rêxistina terorê dayê û têkoşîna xwe ya dijî wê dewam kir û em dikin jî. Anku li dijî DAEŞê helwesta welatê me eşkere û zelal e. Li wir pirsnîşanek tuneye. Mafê tu kesî tune ku me bikişîne nava nîqaşeke wiha û me di bin tawanbariyeke wihareng da bihêle."
- "Kirinên DAEŞê bi tu awayî nayên efûkirin"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da qala kiryarên DAEŞê jî kir û wiha got:
"Kirinên DAEŞê bi tu awayî nayên efûkirin. Bi tu awayî musamaha ji vê rêxistinê ra nayê nîşandan. Ne tenê ev, PYD jî heman tişt e, YPG heman tişt e, li welatê me PKK heman tişt e, Boko Haram heman tişt e, Şebab heman e. Ev vê gavê li dinyayê mixabin bi çalakiyên xwe va gavên ku nayên efûkirin, diavêjin. Em baş dizanin ku DAEŞ zirara herî mezin dide Îslam û misilmanan. Lê Esed rejima Esed ji DAEŞê kêmtir nîne, divê were dîtin ku di navbera terora rêxistinekî û terora dewletekî da tu ferq tuneye."
"Armanca me aştî û hizûr e"
Serokomar Erdogan wiha behsa rageşiya dawiyê kir, "Armanca me ne ew e wekî ku em li herêmê rageşiyên teze derxin, armanca me aştî û hizûr e. Heger binpêkirina sînor nebe tu sebeb tuneye ku em Rûsyayê bikin hedefa xwe ku bi Rûsyayê ra pêwendiyên me yên piralî û bihêz hene. Cudahiya polîtîkaya me û ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê tiştekî din e, cîbicîkirina rêgezên me yên angajmanê jî tiştekî din e.
Ne li dijî Rûsyayê ne jî li dijî welatekî din rast e rast midaxaleya me ya leşkerî çênebûye. Em ji her kesî hêvî dikin ku bila mafên me yên desthilatdariyê bibînin û li gor van mafên me hessas tevbigerin. Hemû dinya di vê hedîseyê de me mafdar dibîne. Digel vê di warê siyasî û aboriyê da mezinkirina vê meseleyê jî ne dirust e. Heman îxlal ku îro jî were kirin, Tirkiyeyê cardin heman tiştî bike. Li vê derê divê welatê ku maf îxlal kiriye, bifikire û vegere li xwe binihêre û ji bo ku hedîse cardin dubare nebe, tevdîra xwe hilde."
Serokomar Erdogan der heqê pêdiviya destûreke teze de jî wiha got, "Gelê me bi têkoşîna demokrasiyê ya ku 13 sal e dide destûreke bingehîn a nû heq dike. Di roja îroyîn da êdî bi destûra bingehîn a derbeyê ev kar nayê meşandin. Çiqas were guherandin jî dişibe boxçeyekî pînekirî. Ji ber vê jî birayên min ên ezîz êdî bi vê destûra bingehîn em nikarin bimeşin û feydeya wê ji kesî ra tuneye."