XEZE
Hat ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê êrîş birin ser Tûgayên Îzzeddîn el-Qassamê ku yek ji milê leşkerî yên artêşa Hamasê ne.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan, balafirên şer ên Îsraîlê Tûgayên li el-Hayalê yên dikevin aliyê rojava yê Xezeyê û yên li Xan Yûnisê ku dikevin aliyê bakur ê Xezeyê bombe kirin.
Şahidên bûyerê ragihand ku ji ber êrîşê di xanî û avahiyên derdora tûgayan de xisareke mezin çêbû.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hatibû diyarkirin ku bi roketên ku ji Xeta Xezeyê avêtin ve başûrê Îsraîlê hedef girtibûn.