09 Mijdar 2015•Rojanekirin: 10 Mijdar 2015
ANKARA
Perwerdeya Nûçegihaniya Şer a Heyama 5emîn a ku bi hevkariya Ajansa Anadoluyê (AA) û Akademiya Polêsan ve tê dayîn, dest pê kir
Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya di merasima vekirinê ya li Akademiya Polêsan de axivî.
Ozkaya got ku li ser vê cografyayê her tim şer heye û wiha dewam kir: "Ev jî wek welatiyên li ser vê cografyayê berpirsyariyê dike li ser milê me ku em bûyerên diqewimin bi awayekî herî rast û herî baş bigîhînin dinyayê. Em berpirsyar in ku peyama vê erdnigariyê û civakan bigîhînin. Dema hûn vê wezîfeya pîroz dikin hin zehmetî derdikevin li pêş we û ev ne pirsgirêke ku hûn li gor asta navneteweyî vê wezîfeyê nekin."
Ozkaya spasiya kesên ku keda wan ji bo vê perwerdeyê heye kir û ji rojnamevanan re serkeftin xwest.
- "Di nav rewşa derasayî de tişta ku hêzê bide we agahî ye"
Alîkarê Serokê Akademiya Polêsan Fatîh Înal jî got ku li ser vê cografyayê wisa xuya dike ku şer wê dewam bike û wiha axivî: "Ji bilî şer afatên xwezayî jî dibe sedem ku rojnamevan divê perwerdeya rewşa derasayî bibînin. Dema hûn di nav şer an jî di nav rewşeke derasayî de bin, tişta ku hêzê bide we agahî ye. Em ê jî hewl bidin agahiyên ku em dizanin bi perwerdeyê ve bidin we. Ev perwerde wê bibe sedem ku hûn pirsgirêkan çareser bikin. Ez hêvî dikim ku hûn nûçeyên baş çêbikin û ev hewce neke ku hûn van agahiyan bi kar bînin."
Kordînatorê Akademiya Nûçeyan ya AAyê Umît Sonmez jî bal kişande girîngiya vê perwerdeyê û wiha axivî: "Piştî vê perwerdeyê înşallah cihên ku hûn herin wezîfeya xwe bikin, tu zehmetî dernekevin li pêş we û hûn bi tenduristî karê xwe bikin."
- Nûçegihaniya şer
Perwerde ji bo nûçegihanên ku di şer, afat û rewşên derasayî de bixebitin tê dayîn û wê 12 rojan dewam bike.
Dersên teorîk û pratîk wê ji hêla nûçegihanên bitecrube yên AAyê, xebatkarên Akademiya Polêsan, Hêzên Biçek ên Tirkiyê, xebatkarên AFADê û pisporên Muşteşariya Ewlehî û Pergala Kamuyê ve bên dayîn
Di perwerdeyê de ewil wê ders bên dayîn ku nûçegihan bikaribin di nav rewşên derasayî û şer de bijîn, bikaribin wêne û vîdeoyan bikşînin.
Ji bilî van der barê terorê, alîkariya ewil, afatên xwezayî, terorîzm, penaber, kampên penaberan, di nav avê de jiyîn, balîstika çekan, nexşe xwendin, birêvebirina medyayê û mijarên girîng ên nûçegihaniyê de ders bên dayîn.
Piştî perwedeyê wê sertîfîkayê bidin nûçegihanan.