BOLÛ
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk got: "Peywireke me heye, barek li ser milên me ye. AA gihîşt qonaxeke nû, ev qonax ji nûçegihanî û ajansa nûçeyan wêdatir e. Mirov êdî bi pêwendiyên hestî bi me ve hatin girêdan û xwedî li me derdikevin û destegiriya me dikin."
Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk li Civîna Nirxandina 6 Mehan a Anadolu Agencyê ya ku li bajarê Bolûyê hat lidarxistin de axaftina destpêkê kir û diyar kir ku helwest û armanca wan ji bo sala 2020an e û got ji bo xwe 8 sal wext terxan kiribûn û a niha du sal û nîvê vî wextî derbas bûye.
Ozturk destnîşan kir ji bo ku bibin yek ji 5 ajansên mezin ên dinyayê hê 5,5 sal wextê wan heye û di nava vî du sal û nîvî de ji texmîna wan jî wêdatir rê meşiyan û hin plan û armancên wan beriya wextê xwe pêk hatin.
Ozturk bal kişand ku hêza AAyê ya li herêma rojhelata navîn ji bo pêşketina ajansê xaleke gelekî muhîm e û wiha pê de çû:
"Me ji bo siberoja ajansê modêla otêla bûtîk wekî nimûne dabû. Erdê ku ev otêl li ser e, Rojhelata Navîn, Balqan û Qefasya ye. Heke ku em lingê xwe şidiyayî daynin li ser vê herêmê em ê bibin saziyeke bihêz. Ji ber ku ji sedî 60ê trafîka nûçeyên dinyayê li vê herêmê diqewimin. Anku li Zêlanda Nû, Awistiralya û Sîngapûrê trafîka nûçeyên ku hemû dinyayê eleqedar dikin, tune. Lêbelê şerekî li Iraq û Sûriyeyê, Sîngapûr û Çînê jî eleqedar dike. Ji ber hindê pêdiviya her kesî bi nûçeyên li vir heye."
Ozturk bal kişand ku ajans li Ewropa û li Amerîkayê di nava trendeke mezinbûnê de ye û bi taybetî jî di warê wêneyan de xwedî bandoreke bihêz e.
- "Ji bo AAyê pêngaveke girîng"
Ozturk bal kişand li ser mînaka Mûsilê û got ku hema hema jêdera hemû rojname û malperên webê yên navneteweyî yên der barê nûçeyên Iraq û Mûsilê de bi taybetî jî di warê wêneyan de AA ye.
A niha jî em li ser bulteneke vejenê ya îngilizî dixebitin û ji bo vê jî em ekîbeke taybet perwerde dikin û ev bulten dê di îlonê de derbiçe û dê bibe berhemeke di standardên dinyayê de.
Ozturk axaftina xwe wiha domad: "Der barê çûyîna min a saziyeke din de gelekî spekulasyon hatin kirin. Divê gotin û spekulasyonên bi vî rengî zêhn û motîvasyona me xerab û serûbinî neke. Helwest û daxwazeke me ye wiha tuneye. Me ji merciyên eleqedar re jî got ku daxwazeke me ye bi vî rengî nîne."
Her wiha Midûr Ozturk bal kişand ku a niha hema hema ji her miletî mirov di ajansê de kar dikin û bi qasî 80 welatî nûnerên AAyê hene.
- "Destegiriya merivan bike da ku dezgeh jî li ser pêyan bimîne"
Endamê Lijneya Rêveberiya AAyê Prof. Dr. Nîhat Erdogmûş jî pêvajoya birêbirina dezgehî nirxand. Erdogmûş diyar kir ku ew wekî ajans di gelek warên ku gelek sazî nikarin ser bi kevin de bi ser ketin û wan ji bo xwe vîzyonek kifş kir û ev vîzyona xwe jî pêk anîn. Erdogmûş got, "hûn êdî ji kê jî pirs bikin, dê ji we re bêjin ku ajans ketiye nava 5 ajansên mezin."
Erdogmûş diyar kir ku baweriya bi felsefeya "Destegiriya merivan bike da ku dezgeh jî li ser pêyan bimîne" ve heye û ew wekî ajans di vî warî de gelekî hesas in.
Gerînendeyê Weşana Giştî û Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Omer Ekşî jî der barê hejmara nûçe, wêne û dîmenan de agahî da. Ekşî destnîşan kir ku ew rojê bi tirkî 585 nûçeyên rûtîn û 59 nûçeyên taybet, hezar û 690 wêne û 229 jî dîmenî pêşkêşî aboneyên xwe dikin û bi hemû zimanên ku weşan pê tê kirin jî hezar 189 nûçeyên rûtîn, 71 nûçeyên taybet, 2 hezar û 894 wêne û 298 dîmenî digihînin aboneyên xwe.
Li civînê Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Ebûbekîr Şahîn qala plankirina budçeyê kir. Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Çagatay Çulcuoglu jî der barê xebatên ragihandina dezgehî de axivî. Çulcuoglu destnîşan kir ku heta niha weşanên AAyê li 36 welatan gihîştin aboneyan û armanca wan jî ew e ku heta dawiya salê vê reqemê derxin 50yî.