Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk got: "Hemû dinya ji nêz ve geşedan û bûyerên li ser sînorê Tirkiyeyê dişopîne. Divê em wek saziya AAyê bûyer û geşedanên herêmê di heman demê de û bi awayekî baş bigihînin aboneyên xwe."
Ozturk li herêma Surucê ya li ser sînorê Sûriyeyê lêkolîn kir û bi tîma AAyê ya ku hefteyek e li herêmê bûyeran dişopîne re hat bal hev.
Ozturk bi Midûrê Herêmê Ahmet Caner Baysal û tîma AAyê ya li herêmê re sohbet kir û destnîşan kir ku ew bûyerên li herêmê diqewimin di heman demê de radigihînin aboneyên xwe.
Ozturk got ku raya giştî ya dinya û Tirkiyeyê ji nêz ve bûyeran dişopîne û wiha dewam kir: "Hemû dinya ji nêz ve geşedan û bûyerên li ser sînorê Tirkiyeyê dişopîne. Divê em wek saziya AAyê bûyer û geşedanên herêmê di heman demê de û bi awayekî baş bigihînin aboneyên xwe. Gelek mensûbên biyanî û herêmî yên çapemeniyê ji nêz ve bûyeran dişopînin. Lê divê em geşedanên li herêmê ji endamên çapemeniya biyanî baştir ragihînin dinyayê."
Ozturk piştî axaftinê çû herêma Yûmûrtalikê û bi Alîkarê Walî Ramazan Seçîlmîş re hevdîtin kir.