Ajansa Anadoluyê dest bi weşana kurdî kir û vê yekê li giştiyê welêt deng veda. Ji hemû beşên civakê bertekên gelek erênî hatin. Şaredarê Hakkariyê Fadil Bedirhanoglu got gaveke derengmayî ye lê tevî vê tiştekî erênî ye. Şaredarê Muşê Necmettîn Dede jî diyar kir ku ev gaveke pir girîng e û dê bi kêrî gelek tiştan bê.
Ez ji birêvebir û xebatkarên ajansê re spas dikim.
Berdirhanoglu der barê weşana kurdî ya AAyê de da zanîn ku ev gaveke baş e û wiha dewam kir: "Li Tirkiyê nêzî 20 milyon kurd hene. Jixwe divê weşana bi kurdî ji zû ve dest pê bikira. Bi rastî ev ji bo ajansê kêmasiyeke mezin bû. Lê tevî her tiştî îro ev yek pêk hatiye û ev jî gaveke baş e. Ez hêvî dikim ku ev yek ji bo hemî ajansan bibe mînak. AA ajanseke kevn e û weşana wê ya kurdî dê bi kêrî gelek tiştan bê. Em dixwazin di servîsa kurdî de kesên pispor û zimanzan bixebitin. Ez ji bo vê xebata ajansê, ji birêvebir û xebatkarên ajansê re spas dikim.
Gaveke pir girîng e
Şaredarê Muşê Necmettin Dede jî diyar kir ku ev gava AAyê gaveke pir girîng e û wiha got: "Bi taybetî li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê hemî welatî bi kurdî diaxivin û ji bo vê jî, ev weşana AAyê pir girîng e. Ez hêvî dikim ku ji hemî ajansan re bibe mînak. Jixwe TRT6 vî karî bi awayekî serkeftî dike. Ez bawer im AA jî dê bi ser keve û ez wan pîroz dikim."