Weşana bi kurdî ya ku Ajansa Anadolûyê dest pê kir ji aliyê siyasetmedarên Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal (HKIF)ve jî hat ecibandin.
Wezîrê Çand û Ciwaniyê ya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal Kawa Mahmûd jî ji bo weşana kurdî ya Ajansa Anadolûyê fikrên xwe bi lêv kir.
Mahmûd got: "Bi Tirkiyê re têkiliyên me yên aborî, civakî û siyasî gelek baş in. Ajansa Anadolûyê li herêma me ofîs vekir û dest bi weşana kurdî kir, ez vê pêngavê gelek girîng dibînim. Weşana kurdî ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyê xizmeteke gelek mezin e."
Kawa desnîşan kir ku bi vê pêngavê têkiliyên di navbera Tirkiyê û HKIFyê de dê baştir bibe û zêdetir pêş bikeve.
Ji parlementeran Mahmût Osman jî der barê weşana kurdî ya AAyê de wiha axivî: "Weşana kurdî ya ku Ajansa Anadolûyê dest pê kir, dê meşrûiyeta zimanê kurdî zêdetir bike. Ez dixwazim ku kurdî di qadên din de jî pêş bikeve û bi taybetî jî di qada perwerdeyê de zêdetir pêş bikeve, hêviya min ew e."