ANKARA
Wezîrê Pêşveçûnê Cevdet Yilmaz der barê weşana kurdî ya AAyê de axivî û da zanîn ku bi saya gavên îqtidara AK Partiyê hêdî hêdî her tişt çareser dibe.
Yilmaz dest nîşan kir ku berê kurdî bixwe qedexe bû û wiha pê de çû: "Êdî li welatê me ev mijar bi rehetî tên axaftin. Sepandinên gelek xweş û baş hene. Ez AAyê ji dil û can pîroz dikim. Bi xêr be înşaellah."
Yilmaz behsa xizmetên AK Partîyê kir û wiha dewam kir: "Êdî di dibistanan de dersa kurdî heye, yê dixwaze dikare bi kurdî propagandayê bike, TRT6 24 saetan weşana bi kurdî dike û gelek gavên din yên di vî warî de hatine avêtin hene."