Fatih Gazioğlu
11 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
TBMM
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Parlementerê Erdexanê Ozturk Yilmaz: "Di hilbijartinê de mixalefet têk çû. Divê hemû kes xwe rexne bikin. Bona bihêzbûnê ev şert e. Ev nîqaşên hundir divê êdî di rojeva Tirkiyeyê da cih negirin."
Yilmaz li meclise civîneke çapemeniyê lidarxist, di civînê de îdia kir ku polîtîkiya derva ya hikûmetê tune ye şûna wê 'polîtîkiya Tayîp Erdogan ya derva' êdî di rêwacê de ye. Yilmaz wiha axivî:
"Li gor wî dostên wî û dijminê wî bi tenê hene. Şûna menfaeta dewletê, menfaeta wî wê girîng be. Polîtîkiya derva wê li gor nêrîna wî were kirin. Jimara kesên li gor menfaeta dewletê hereket dikir wê kêm bin, yên li gorî menfaeta şexsê xwe hereket dikin jî wê zede bibin."