Gökhan Çeliker
08 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2023
Heyeta Ajansa Nûçeyan a Qeterê (QNA) ofîsa Ajansa Anadoluyê ya li Stenbolê ziyaret kir.
Heyeta bi serokatiya Midûrê Giştî yê QNAyê Ehmed Seîd Jabar Al Rûmaîhî hatibû duh ji alî Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêveberiya AAyê Serdar Karagoz va hat qebûlkirin.
Karagoz di hevdîtinê da diyar kir ku AA ajanseke nûçeyan a navneteweyî ye û mezin dibe.
Rêvebirê Weşana Zimanên Dinyayê yê AAyê Erman Yuksel jî di pêşkêşiya ku kir da qala dîroka ajansê, berhem, stratejî û planên wê yên pêşerojê kir.
Yuksel bal kişand ser Xeta Kesk, Xeta Cihêkarî û Xeta Pesendkirinê ya ku AAyê damezirand.
Heyeta Qeterê ragihand ku ew di mijara çêkirina înfografîkan da AAyê gelekî diecibînin û bi bîr xistin ku di vê qadê da derfetên perwerdehiyê jî tên pêşkêşkirin.
Di hevdîtinê da ji nûçeyên AAyê ku mêjiyê înformatîk nivîsandiye jî hatin kontrolkirin û li ser mêjiyê înformatîk û çapemeniyê hat sekinîn.