Di bijarteya bi navê '94 welat û 94 wêne'yê de ji welatên mîna Efxanistan, Bûrkîna Faso, Cape Verde, Kongoya Demokratîk, Gîne, Kanada û Perûyê bigre heta Somaliyê gelek wêneyên balkêş cî digrin.
Guldeste îro ji bo aboneyên AAyê hatin pêşkêş kirin. Xeynî vê ev guldeste li ser malpera saziyê ya "aa.com.tr"yê jî ji bo temaşekirinê hat belav kirin.
AA di çarçoveya vîzyona sala 100emîn de li seranserê dinyayê xebata çêkirina tora muxabîrên wêneyan didomîne û bi vê helwestê heta niha li her welatekî yên mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya, Îtalya, Îspanya, Almanya, Brîtanya, Yewnanistan, Brûksel, Pakistan û Îsraîlê muxabîrekê wêneyan wezîfedar kir.
AAyê li Mûdiriyeta xwe ya Herêma Rojhilata Navîn û Afrîkayê jî muxabîrên wêneyan ên zîrek ên ji herêmê tevî kadroya xwe kir û li herêmên germ ên mîna Hîndistan, Endonezya, Brezîlya, Venezûela û Taylandê jî bi muxabîrên wêneyan ên serbest ve hêza xwe zêdetir kir.
AAyê di sala 2013an de bi Getty Images a ku gîrîngtirîn yek ji ajansa belavkerê wêneyan e re peyman çê kir û bi rêya Getty Imagesê re jî wêneyên xwe digihîne hemû medyaya dinyayê. Ligel vê AAyê tora xwe ya belavkirinê bi peymanên ku bi ajansên wêneyan ên mîna AFP Imageforum, DPA, Scanpix, Contacto û VI Images re çê kir ve berfirehtir kir.