WASHÎNGTON (AA)
Anadolu Agency di çarçoveya armancên xwe yên sala 100emîn xebatên xwe yên li derveyî welêt didomîne. Ji bo vê AA dê 10ê nîsanê de ofîsa xwe ya Washîngtonê veke.
Dîrektoriya Herêma Amerîkayê ya AAyê dê 10ê nîsanê de, bi beşdarbûna Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan ofîsa Washîngtonê veke. Siyasetmedarên Amerîkayê, saziyên fikrî, ji civaka tirk û amerîkayê gelek mêvan dê beşdarî merasîma vekirinê bibin.
Ofîsa AAyê nêzîkî Qesra Spî ye û bi meşê mirov dikare here Kongreyê.
Li avahiyê Navenda Çapemeniyê ya Neteweyî ya li Washîngtonê xeynî AAyê çapemeniya biyanî wek EPA, Getty Images, ajansa nûçeyan a almanan DPA, Kyodo, EFE, El Arabiya, Notîmex jî hene. Dîsa di vî avahiyê de Navenda Çapemeniyê ya Biyanî ya Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê û Kluba Çapemeniyê ya Neteweyî jî cih digre.
Li vê ofîsê nûçegihan bi teknolojiya herî nû ve nûçe, vîdeo û wêneyan bi zimanên îngilizî, tirkî û erebî ve amade dikin. Bi vî awayî nûçe bi hêsanî digihêjin aboneyên herêmê.