ANKARA
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk diyar kir ku AA dest bi weşana kurdî jî dike û ev yek gelek girîng e.
Çelîk wiha pê de çû: "Gaveke derengmayî ye lê tevî vê biryareke baş e û ez bawer dikim ku dê ji bo welatê me bi xêr be. Çawa ku li welatê me hînbûna tirkî mecbûrî ye, ji bo ku welatî zimanê dayîka xwe ji bîr nekin û jê dûr nekevin, divê xebatên wisa bên meşandin û ev xebatên dewlet, qamû û ajansa me pir girîng in. Ez ji hemû kesên ku ji bo vê xebatê ked dane re spas dikim."