Haydar Şahin
21 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2020
Murat Aydinê Şaredarê Beykozê Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Aydin di ziyaretê da salvegera avakirinê ya 100î ya AAyê pîroz kir û ji bo Kazanci û xebatkarên AAyê serkeftin xwest.
Aydinê Şaredar got ku Beykoz bi turîzma tebîet, çand, huner û dîrokê derdikeve pêşiyê û li navçeyê xebatan dimeşînin.
Şenol Kazanci jî der barê xebatên AAyê da agahî dan Aydinê Şaredar.
Aydinê Şaredar di ziyaretê da pirtûkên "Şahidiya Demê" ya ku bi xwe nivîsandiye, "Çivîkên Beykozê, Qadên Tebîetê" û "Beykoza Şaredariya Aliyê Anadoluyê Ya Ewil" yên Şaredariya Beykozê weşandibûn û pirtûka "Yucel Çelîkbîlek" a tê da Yucel Çelîkbîlekê Şaradarê Beykozê yê berê tê nasandin diyariyê Kazanci kir.
Kazanci jî pirtûka "Li Tirkiye û Dinyayê 100 Sal" a ji bo salvegera 100î ya AAyê hat weşandin teqdîmî Aydin kir.