BRUKSEL
Anadolu Agency sazîbûna xwe ya kûrewî bi vekirina kargeha li Brukselê ya paytextê Yekîtiya Ewropayê berdewam dike.
Anadolu Agency sazîbûna xweya kûrewî bi xebatên girîng didomîne. AAyê di 2yê cotmehê de bi Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk ve kargeha Brukselê veke.
Kargeha AAyê dê li Navenda Çapemeniya Navneteweyî ya ku nêzîkî saziyên YEyê were vekirin. Medyayên sereke yên cîhanê jî li wir in. Kargeha Brukselê dê kordînasyona nûnertiyên AAyê yên li Ewropayê bike.
AAyê xeberên Ewropayê bi tirkî, erebî, ingilizî û zimanên din ji kargeha Brukselê ragihîne aboneyên xwe.
Li Brukselê xêncî vekirina kargehê Qûluba Çapemeniyê jî pêşengeheke bi navê "Di Objektifa Anadolu Agencyê de Cîhan" veke. Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş û Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk dê bi hev re pêşengehê vekin.
AAyê biryar dabû ku sazîbûna xwe ya navnetewî li ser 5 herêman ava bike. Ewropa, Amerîka, Rojhilatanavîn û Afrîka, Asya û Qefqasya, Asya û Pasîfîk. Armanca AAyê ew e ku ji sala 2020an pê ve 11 zimanan weşanê bike. Vê gavê bi tirkî, erebî, ingilizî, boşnaxî, rûsî û kurdî weşanê bi 6 zimanan dike.