ENQERE
Beza Kupaya Ajansa Anadoluyê ya 13. sibê dê li Enqerê bê lidarxistin.
Pêşbirkê li hîpodroma sala 75an de dê di saet 17.00an de dest pê bike. Ji bo bezê 3 hespên pîr bi tevahî 9 hespên Îngilîzî wê beşadarî pêşbirkê bibin. Bez dê li ser pîsta qûmê ya 2 hezar û 100 metreyî bê kirin û xelata yekemîntiyê jî 54 hezar û 500 lîre ye.
Hespên biesl yên ku navê wan ji bo pêşbirkê hatine qeyd kirin ev in: "Little Face", "Empire City", "Blue Eagle", "Palu Beyî", "Terex", "Tosunoglu", "Balikesîrî", "Mardinar", "Ez Salvador".
Alîkarên Midurên Giştî yên Ajansa Anadoluyê Ebûbekîr Şahîn û Ahmet Tek jî dê beşdarî merasîma kupayê bibin.
Beza 12. ya par jî ji aliyê jokey Muslum Çelîk, bi hespê navê ''Darcy''ê ve hatibû qezenc kirin.