RABAT
Ajansa Anadoluyê di çarçoveya xebatên vîzyona sala 100. de gaveke din avêt û li Fasê jî buroya xwe vekir.
Di çarçoveya xebatên vîzyona sala 100. ya Ajansa Anodoluyê ku ev 2 sal e didome de AAyê dest bi weşana global ya herêmî kir.
Di vê çarçoveyê de der barê birêxistinbûna dîrektoriya herêma Afrîka û Rojhilata Navîn de buroya Fasê vekir.
Serokê Lijneya Rêvebirina AAyê û Midûrê Giştî Kemal Ozturk, Wezîrê Parlementoya Fasê el Hebîb eş-Şubanî, Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hasan Kemal Yardimci, Balyozê Rabatê yê Tirkiyê Ugur Ariner û gelek nunerên çapemeniyê bêşdarî merasîmê bûn.
Tê plankirin ku Midûrê Giştî Kemal Ozturk, der barê vîzyona sala 100. de bi rayedarên siyasî û nûnerên çapemeniyê re bê bal hev.