Koma endamê Antî-balakalara ku AAyê li Taxa Mîskînê dîmenên wan kişand, dîwarên Mizgefta Mela Îbrahîm kolan.
Komê tuxleyên dîwarê mizgeftê ji bo di avahiyek din de bikar bînin derxist, herwiha li ber kamerayên ewlehiyê yên herêmê jî tirimbêl û kamyonên ku dizîn çawa perçe kirin, vegotin.
Serokê herêmî yê Antî-balakayê Djappa Blaîse diyar kir ku Afrîkayiyên esîl Antî-balakalar in û wiha got: "Selekayî biyanî ne... Me biryar da ku em welatê xwe biparêzin. Ez niha li vir im, lewra ji bo Meskîneyê biparêzim serokên min emir dane min."
Blaîse li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya derbarê misilmanên ku cih û warên xwe terikandin dê kêngê vegerin jî got "nizanim."
-Di mizgeftên wêran de rûpelên qelaştî yên Qur'anê
Di vê navberê de di mizgefta hatibû wêrankirin de pelên qelaştî yên Qur'ana Pîroz hatin dîtin.
Koma ku li ser rûpelên qelaştî lêkolîn kir got ku Qur'ana Pîroz zimanê misilmanan e û misilman jî hatine kuştin. Endamên komê diyar kir ku ew Hz. Mihemmed nas nakin.
Ji misilmanên ku ji Meskîneyê reviyabûn hinan xwe sipartibû balafirgeha Bangûiyê û der û dora mizgefta navendî hin jî li welatên cîran bi cih bûbûn.