Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fîkrî Işik beşdarî Maseya Edîtoran ya AAyê bû û rojev nirxand.
Wezîr Işik beşdarî Maseya Edîtoran bû û li vir bersiva pirsên edîtoran da.
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik:
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik qal kir ku mirov bi têlefonên krîpto ji derve nikare bikeve sîstemê û divê ji hundir jî alîkariyê bigre û wiha got:
"Lê belê dizê we ji malê be hûnê çi bikin? Eşkereye ku têlefonên krîpto hatine guhdarkirin. Em hewl didin ku kî guhdar kiriye û çawa guhdar kiriye. Li Tirkiyeyê li gor fikra min tu organîsazyonek heke ji derve alîkariyê nestîne, nikare guhdarkirineke wiha berfireh bike. Serokomar Abdullah Gul ji bo hemû sîstemê telîmat da DDKyê. Ji bo vê ez gelekî kêfxweş im. Lewra divê ev bar êdî ji ser pişta Tirkiyeyê bê danîn. Em ê di nav TUBÎTAKê de kesên ku ne ji rayedarên xwe ji kekên xwe telîmatan distîn nehêlin, teqez em ê vê bikin."
Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fikrî Işik diyar kir ku dê mehane 2 hezar lîre bûrs bidin xwendekarên di ezmûna zanîngehê de bikevin nav 5 hezarên ewil û zanistên bingehîn hilbijêrin, herwiha mehane hezar lîreyî bidin, xwendekarên ku dê zanistên bingehîn hilbijêrin û di rêza nav 5 hezar û 10 hezarî de cih bigrin.