Rêyên 11 gundê Îdirê, 8 gund û 10 mezrayên Agriyê ji ber berf û pûkê hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxisitin ji ber berfê rê ya Dîpsîz, Karanlik, Yaylacik, Saribûlak, Qiznefer, Bostanli, Osmankoy, Akolûk, Naxirqiran, Candervîş û Korhana gundên Îdîrê hatin girtin.
Hat diyarkirin ku bilindahiya berfê gihîşt 25 santîman û ji bo vekirina rêyên gundan, tîmên Îdareya Taybet a Bajêr dest bi xebatan kir.
Ji tîma rêvekirinê Yaver Turkelî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo rê vekirinê dest bi xebatan kirin û wiha got: "Ji ber ku berf zêde barî rêyên gundan hatin girtin. Îro jî hin rê hatin girtin. Em wek tîm ji bo vekirina rêyan hewl didin."
-Agrî
Rêya 8 gund û 10 mezrayên li ser Taşlicayê jî ji ber berfê hatin girtin.
Ji welatiyan Nîhat Guneş daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku êdî zivistan hat û ji ber berfê rêya gundê wan tim tê girtin.
Guneş got divê rêyên gundan bên vekirin û wiha dewam kir: "Niştecihên gundê samanyolû di gund de asê man."