Berfa ku ji duh êvarê vir de dibare li giştiyê welêt rêyên gelek gundan girtin. Ekîbên Rêvebiriya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kir.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Agiriyê, ji 562 gundan rêya 100 gundan vekirî ye, rêya 462 gundan jî girtî ye. Ekîban ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin.
Berf li Ardahanê jî pir dibare û welatî ji ber berfê dikevin tengasiyê. Berfa ku li cihên bilind zêdetir dibare li ser rêbeja di navbera Ardahan-Posof û Ardahan-Şavşatê de ji ajokaran re dibe asteng.
Ekîbên Rêvekirinê yên Şaxa 183emîn ji duh heta niha bê navber dixebitin. Rêyên 26 gundan hatin girtin û ji bo rêvekirinê xebat didomin.
Li Îdirê jî ji ber berf û pûkê rêyên 50 gundan hatin girtin. Ekîbên Rêvebiriya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatê kirin.
Berfa ku ji duh êvarê vir de li Qersê dibare, rêyên 22 gundan girtin. Ekîb ji bo rêvekirinê xebatên xwe didomînin.
Berf ji duh êvarê vir de li navenda Mûşê jî dibare. Li navendê 7, li cihên bilind jî 20 santîm berf heye.
Sekreterê Giştî yê Rêvebiriya Taybet a Bajêr Şêxmus Yentur daxuyand ku rêya gundên Uçevlerê hat girtin. 9 gund û 22 bajarok di rêya Mûş û Pasûrê re diçin tên.
Berfa ku ji duh êvarê vir de li navenda Bilîs û derdora wî dibare gelekî tengasiyê ji welatiyan re derdixe. Ji ber berfê rêyên 16 gundan hatin girtin.
Li Wan û Colemergê jî sibê zû şilope dibarî, niha jî berf dibare. Miduriya Meteorolojiyê ya Herêmê daxuyanî da û got li giştiyê herêmê berf dibare. Dibe ku ber bi êvarê û sibê zû qeşa bikeve û rê cemedê bigrin.