Wezîrê Aboriyê Zeybekçî: "HDP wê bendê derbas neke û ev jî ji bo Tirkiyeyê bibe şenseke mezin."
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî bû mêvanê Maseya Edîtoran a AAyê û pirsên der heqê rojevê de bersivand.
- "HDP wê bendê derbas neke"
Zeybekçî destnîşan kir ku di çapemenî û medyayên cur bi cur de li ser texmîna ku wê AK Partî bi tena serê xwe nebe îqtidar nirxandin tên kirin.
Zeybekçî di axaftina xwe de bal kişand ser îhtimala koalîsyonê û bandora wê ya li ser aboriya Tirkiyeyê û wiha got: "HDP wê bendê derbas neke û ev jî ji bo Tirkiyeyê bibe şenseke mezin."
- "Di aboriyê de jî wê serkeftin çêbe"
Zeybekçî li ser pirsa der barê pergala serokatiyê û bandora wê ya li ser aborî û siyasetê de jî wiha got: "Hilbijartina di 7ê hezîranê de ji bo dîroka demokrasiya Tirkiyeyê jî hilbijartineke girîng e. Heger li Tirkiyeyê ev pêk were wê di aboriyê de jî serkeftin çêbe."
- Gotinên CHPyê yên der heqê hilbijartinê de
Zeybekçî ji bo gotinên CHPyê yên der heqê hilbijartinê de jî wiha peyivî: "Em ê tiştên ku Kemal Kiliçdaroglu ji ber xwe de dibêje nekin. Nifşên nû çi bibêjin em ê wan bikin. Di serê serî de me got 'Tirkiye.' Di vê rêyê de berjewendî û menfeatên Tirkiyeyê çi bin û çi hewce bikin, em ê bikin."
Zeybekçî diyar kir ku li gor lêkolîneke ku hatiye kirin di nav CHPyê de nêzî ji sedî 40ê ji sozên ku tên dayîn bawer nakin.