VAN
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî piştî hevdîtinên xwe yên Romanyayê bi balafireke taybet ve hat Wanê.
Zeybekçî der barê pêvajoya çareseriyê û penaberên kurd ên ji Sûriyeyê ji ber şer û êrîşên rêxistina terorê DÎŞIyê xwe spartine Tirkiyeyê de daxuyanî da nûçegîhanê AAyê.
Wezîr Zeybekçî got ku Tirkiyeyê heta niha 3,5 milyar dolarî zêdetir alîkarî da penaberan û ev alîkarî jî hêza Tirkiyeyê nîşan dide.
Zeybekçî wiha axivî: "Bi sedhezaran mirov ji ber erîşên rêxistina terorê direvin. Kal û pîrên xwe didin pişta xwe, zarokên xwe didin hembêza xwe bi rojan dimeşin û ji wir direvin. Niha hejmara wan milyon nîvekî derbastir bû. Di nav du rojan de deriyên xwe qasî 200 hezarî birayên xwe yên kurd re vekir û em ê vekin jî."
- Pêvajoya çareseriyê
Zeybekçî daxuyand ku pêvajoya çareseriyê ji bo wan projeyeke şaristaniyê ye û wiha axivî:
"Li der û dora Anadoluyê binêhêrin. Cudahiyên li wir çawa bûye, mirov hevdû li ser navê dîn, mezheb û nijadê çawa dikujin.Pêvajoya çareseriyê, li ser vê erdnîgariyê projeyeke şaristaniyê, biratîyê aştî û pevgihandinê ye ku bi destê dewletê ve dê mohra xwe li ser vê sedsalê bixe. Ev ê teqez bi ser bikeve. Ev gel û welat baweriya xwe bi vê tîne. Em ê bi îzna Xwedê bigîhîjin encamên vê pêvajoyê. Em bi lez ber bi vê dimeşin. Li wir refah, aramî, biratî, pêşveçûn, dewlemendî û tiştên wek vê heye."