12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 16 Nîsan 2016
ANKARA
Zanyarên esmanî di valayiya fezayê de gerstêrkên ku ji hêla stêrkên di rêgeha wan dizivirin da hatine kişandin, tespît kirin.
Zanyaran daneyên ji hêla teleskopa Keplerê ya Daîreya Feza û Hewageriya Neteweyî ya DYAyê (NASA) berhev kir û dîtin ku gerstêrkên nêzî stêrkên li derdorê dizivirin rastî cereyana radyasyona bivejen a zef zêde ye tên.Zanyarên esmanî xebat û lêkolînên xwe bi taybetî jî li ser gerstêrkên bi navê "Dinyayên Qirase" yên ku di navbera 2 qat û 10 qatî dinyayê ne kirin û di encama lêkolînê de dîtin ku ji ber cereyana radyasyonê atmosfera gerstêrkê ji holê rabûye.
Tê hêvîkirin encama lêkolînê ji bo pergalên ku li derdora gerstêrkan ava dibin û piştî demekê bi çi awayî û çawa diguherin bi kêrî vê yekê bê.
Ev lêkolîn di kovara "Nature Communications" da hat weşandin.NASAyê teleskopa Keplerê ji bo lêkolînên li ser pergala stêrkan di sala 2009an şandibû fezayê.