Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê herêm di bin tesîra hulmegura nizm ya Behra Sipî ya Navîn de ye û ji ber vê jî berf dibare.
Bi taybetî li bajarên ku cihê wan bilind ji ber berf û bagerê rê hatin girtin. Li Qersê rêya 32 gundan vê gavê hê girtî ye. Ekîbên Îdareya Taybet ya Bajêr ji bo rêyan vekin bi şev û roj dixebitin.
Li Erziromê jî rêyên gundan tên vekirin û di nav 24 saetan de yeka wê jineke ducanî 4 nexweş bi alîkariya Îdareya Taybet ya Bajêr û Servîsa Acilê ya 112an gihandin nexweşxaneyan.
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê jî rêyên 20 gundan hatibûn girtin û ekîbên îdareya taybet ya bajêr bi 4 erebe û 6 xebatkaran ve xebitîn û rê vekirin.
Li herêmê hewaya herî sar di bin sifirê de li Qersê 4, li Erzirom û Erdehanê 2, li Ezircanê 3, li Îdirê 1 û li Agiriyê sifir pîle hat pîvandin.