VAN
Duh bi şev şepe ket ser bihura Karabetê ya ku di navbera Bahçesaray û Wanê de ye. Ji ber ku berfê rê ji çûn û hatinê re girt 13 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn di rê de man. Piştî hewldan û xebatên ku ji duh bi şev de dest pê kiribûn 13 kesên ku di rê de mabûn hatin xelaskirin.
Bihura Karabetê ya ku 2985 mêtro li bilindahiyê ye û di navbera Bahçesaray û Wanê de cih digire, li gor agahiyan duh bi şev li çend deverên wê şepe ket û rê hat girtin. 13 kesên ku ji ber berfê di rê de asê man û xwe spartin mizgetfê û nêzî 14 saetan li wê derê man. Xebatkarên Midûriyeta Rêbejê piştî xebatên 14 saetî xwe gihandin 13 kesan û wan xelas kirin û hat diyarkirin ku rewşa wan jî baş e.