Önder Beyter
10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 11 Nîsan 2019
Li Îsraîlê di hilbijartina giştî ya pêşwext da partiya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, Likud bi ferqeke piçûk da pêşiyê. Lêbelê hevrikê wê Hevpeymana Hêşîn-Spî jî bi qasî Likudê kursî bi dest xistin. Herdu partî her yek jê dê 35 parlamenter bişîne meclisê.
Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Îsraîlê ragihand ku heya niha ji sedî 94ê dengan hatin jimartin. Li gorî encamên neteqez ji 41 partiyên beşdar bi tenê jê 11 partî ji sedî 3,25 benda hilbijartinê derbas bûn.
Herwiha rêjeya beşdariyê jî li gorî hilbijartina derbasbûyî ket. Li Îsraîlê ji 6 milyon û 300 hezar dengdêrên qeydkirî jê bi tenê ji sedî 64,65 çûn ser sandoqan. Li Îsraîlê di hilbijartinên 2015an da rêjeya bedariyê ji sedî 71,8 bû.

- Hejmara parlamenteran bi qasî hev e
Li gorî sandoqên vebûyî, partiya Netanyahu herçiqas bi ferqeke piçûk li pêşiyê be jî encam wisa nîşan didin ku dabeşiya kursiyan dê bi qasî hev be.
Li gorî vê, partiya Likud ku serokê wê Serokwezîr Netanyahu ye û Hevpeymana Hêşîn-Spî ku serokên wê jî Sererkanê berê yê Îsraîlê Benny Gantz û Yair Lapid in, her yek jê dê 35 parlementeran bişînin meclisê.
- Du hevpeymanên ku Filistîniyên welatiyên Îsraîlê temsîl dikin jî ketin meclisê
Bereksê hilbijartina derbasbûyî, partiyên ku 2 milyon Filistîniyên welatiyên Îsraîlê temsîl dikin vê carê bi du hevpeymanan va ketin hilbijartinê. Li gorî encamên neteqez ev herdu hevpeyman jî ji bendê derbas bûn û dê 10 parlamenteran bişînin meclisê.
- Îsraîl li benda hikûmeteke hevpeymanê ya nû ye
Li Îsraîlê ji bo damezirandina hikûmetê divê li meclisa ku ji 120 kursiyan pêk tê, 61 kursî bên bidestxistin. Li gorî encamên sandoqan, tu partiyê ew serkeftin nîşan neda ku bi serê xwe hikûmetê damezirîne. Ji ber vê çendê jî Îsraîl li benda hikûmeteke hevpeymanê ya nû ye.
Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin dê ji sibê pê va ligel partiyên ku bilêta meclisê wergirtin rûnê.
Pirsa ji bo damezirandina hikûmetê gelo Rivlin dê serokê Likudê Netanyahu an jî Gantz peywirdar bike, dê piştî ragihandina encamên fermî zelal bibe.