Ji PDKyê bu kurdên Tirkiyê: "Xeletiya 7ê Hezîranê nekin"
Di daxuyaniya malpera resmi ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de bangewazî li kurdên Tirkiyê hat kirin: "Pir girîng e miletê kurd ew şaşîtiya ku di Hezîrana 2015an de ketinê, dubare nekin
Ankara
ANKARA
Di daxuyaniya malpera resmi ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de bangewazî li kurdên Tirkiyê hat kirin ku beşdarî referandûma guherîna destûrê bibin û "Xeletiya 7ê Hezîranê nekin".
Li ser malpera resmî ya PDKyê di bin navê "Çavdêrek"î de li ser referandûma guherîna destûrê ya li Tirkiyê daxuyaniyek hat belavkirin û ji kurdên Tirkiyê hat xwestin ku beşdarî dengdayinê bibin û "li gorî berjewendiya doza gelê xwe hizir lê bikin û divê em dûr ji atîfe û dilê xwe biryarê li ser bidin."
Di daxuyaniyê de li ser rewşa referandûmê wiha agahî hat dayîn:
"Çend rojên din, hilbijartin ango referandûma yasaya bingehîn ya destûra Tirkiyê birêve diçe. Ew prose jî li nava Tirkiye û Kurdistanê jî bûye rojeveke gerim û hemû alî behsa wê dikin ku gelo dê encama wê referandûmê çi be?"
Herwiha ji kurdan hat daxwazkirin ku, "Li gorî berjewendiya doza gelê xwe hizir lê bikin, divê em dûr ji atîfe û dilê xwe biryarê li ser bidin. Lewma jî pir rewa ye ku em bi hesteke berpirsiyaretî berê xwe bidin kurdên Tirkiyê û em zanibin ku dê helwesta wan li ser referandûmê çi be."
Bi berdewamiyê de wiha hat diyarkirin:
"Divê her welatiyekî kurd bi çavê berjewendiya welatê xwe Kurdistan û di berjewendiyên xwe yên neteweyî de, hizir bike ku çawa dengê xwe bide. Lewma jî, baştirîn rê ew e ku her welatiyek û her kurdekî li Tirkiyê helwesta xwe nîşan bide û berjewendiya gelê xwe destnîşan bike, di berjewendiya gelê Kurdistanê de biryar û dengê xwe bide, herwiha nekeve bin hest û gef û siyaseta jirêbirinê."
- "Bila kurd xeletiya 7ê Hezîranê nekin"
Di beşeke din a daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hilbijartina 7ê Hezîrana 2015an û wiha nirxandin hat kirin:
"Pir girîng e miletê kurd ew şaşîtiya ku di Hezîrana 2015an de ketinê, dubare nekin. Bi rêjeyeke mezin ketin Parlamentoya Tirkiyê û dikaribûn gotûbêjên pêkanîna hikûmetê bikin û armancên gelê kurd pêk bînin. Lê li şûna wê yekê, wek me dît parlemanto û bajarên kurdan bi siyaseta xwe ya şaş, ji rê birin û di encamê de şer ligel Hikûmeta Tirkiyê dest pê kir û di dawiyê de jî bi rijandina xwînê ezmûna wan bidawî hat."
"Aliyên kurd ber bi şer ve bibin xiyanetê bi doza gelê xwe re dikin"
Herwiha behsa pêvajoya çareseriyê jî hat kirin û di daxuyaniyê de van îfadeyan cih girt:
"Proseya aştiyê li proseyeke ciddî ye, pirsgirêka miletê Kurd tenê divê bi rêya aştî û bi rêya gotûbêj û maseya diyalogê çareser bibe. Lewma jî her aliyê ku miletê kurd ber bi şer û rûbirûbûna bêbername û dûr ji berjewendiya welatê xwe ve bibe, ew dijminayetiyê li hemberî miletê Kurd dike û di encamê de xiyanetê li hemberî doza gelê xwe jî dike. Lewma jî pir girîng e ku welatiyên Bakurê Kurdistanê di proseya referandûmê de nekevin bin bandora ti gef û propagandeyeke ne di cihê xwe de, herwiha nekevin bin bandora tu atîfene siyasî da ku dîsa ji rê neyên birin û dîsa nekevin nava şer û tevliheviyan û ji maseya diyalogê dûr nekevin."
Di dawiyê de bangewazî hat kirin ku herin ser sindoqan û li gor berjewendiya kurdan biryarê bidin:
"Gerek ji bîra we neçe ku gotûbêj û danûstandin proseyek e ku divê hemû miletê Kurd tê de bin, hemû alî û partiyên siyasî û kesayetî û hemû welatî jî bi dengê xwe piştevaniya wê bikin. Divê rewşa kurdan li Tirkiyê aram bibe û careke din rê li pêşiya pêvajoya aştiyê bê xweşkirin û hemû armancên miletê kurd di wê pêvajoyê de li pêşiya çavê hemû cîhanê pêk werin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi xebat û zanebûn û jêhatiyeke siyasî heye. Lewma jî careke din pêwîst e xelkê me li Bakurê Kurdistanê bi wî canî di berjewendiya Kurdistanê de û di berjewendiya aştiyê ji bo neteweya xwe de, di referandumê de beşdar bibin û dengê xwe bavêjin sindoqan, herwiha li gorî helwesta xwe beşdar bibin."