Abdullah Tel
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
ANKARA
Li Tirkiyeyê di meha tebaxê da rêjeya bêkariyê li gorî heman meha par bi qasî 0,5 puan zêde bû û bû ji sedî 11,1. Di vê heyamê da jimara bêkaran jî bi qasî 266 hezar kesî zêde bû û derket 3 milyon û 670 hezarî.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) îstatîstikên meha tebaxê yên der heqê kar da eşkere kir.
Li gor îstatîstikên eşkerekirî li Tirkiyeyê di meha tebaxê da rêjeya bêkariyê li gorî heman meha par bi qasî 0,5 puan zêde bû.