Piraniya hewcedariyên xelkê Kobanêya ku ji ber şer, pevçûn û êrîşên DAEŞê ser û bin bû ji Tirkiyeyê tên şandin
Şerê ku di navbera DAEŞ û hin hêzên kurd de qewimî nêzî 4 mehan dewam kir û bajarê Kobanêyê ser û bin bû, şêniyên navend û gundên Kobanêyê koçî Tirkiyeyê kirin.
Ji ber êrîşên DAEŞê û şerê di navbera herdu hêlan qewimî de li bajêr kevir li ser kevir nema û binesaziya bajêr jî hilweşiya û ev yek ji bo gelê bajêr ji pirsgirêkên herî mezin yek e.
Şêniyên bajêr ên ku niha ji Tirkiyeyê vedigerin ser mal û milkên xwe bi alîkariyên mirovahî yên ku ji Tirkiyeyê tên şandin ve jiyana xwe didomînin û berê xwe didin ser kar û barên xwe.
Hîva Sor a Tirkiyeyê, Weqfa Alîkariya Mirovahî ya ÎHHyê û Platforma Alîkariya Mirovahî ya Rihayê di serî de gelek saziyên alîkariya mirovahiyê ji bo hewcedariyên xelkê Kobanêyê çareser bikin hewl dan û hê jî didin.
Kordînatorê alîkariyên ku ji Tirkiyeyê tên Îzettîn Abdî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hemû karên pê debara xwe dikirin ji ber şerê ku qewimî, di halêhazir de nema.
Abdî destnîşan kir ji bilî gelê Kobanêyê kesên ku ji Hama, Hûms û Helebê reviyane jî xwe spartine Kobanêyê û hewcedariya kesên niha li Kobanêyê dimînin pir in û divê ji wan re alîkarî bê şandin.
Abdî bal kişand ser alîkariyên mirovahiyê yên ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatin şandin û wiha dewam kir: "Herî zêde saziyên civakî yên sivîl ên Tirkiyeyê yên wek Platforma Alîkariya Mirovahî ya Rihayê û Weqfa Alîkariya Mirovahî ya ÎHHyê ji vê derê re alîkariyê dişînin. Di nav hemû welatan de herî zêde alîkarî ji Tirkiyeyê hat. Ji Spanyayê di nav salekê de 13 tir û ji Swîsreyê jî tirek alîkarî hat. Xwedê ji Tirkiyeyê razî be welatê ku herî zêde alî me kir ew bû. Hê jî welatiyên me li wê derê ne û wan jî diezimîne."
- "Bila çar aliyê dinyayê piştgiriyê bide me"
Xelîl Şeh Muslimê ku cotkar e jî diyar kir ku ji ber şer erd û zevî beyar man û hê jî rojên dijwartir li benda xelkê ne û wiha pê de çû: "Ji bilî Tirkiyeyê em dixwazin ku ji welatên din jî alîkarî bê kirin. Em mazotê ji Tirkiyeyê tînin û li vê derê belav dikin. Bila welatên li çar aliyê dinyayê alîkariya me bikin û piştgiriyê bidin me. Lazim e ku mexduriyeta xelkê ji holê bê rakirin.
- "Tirkiye yek çare ye."
Qaymeqamê Pirsusê Abdullah Çîftçî jî ragihand ku penaberên xwe spartine Tirkiyeyê baş hatin ezimandin û heta ji destê wan tê hewcedariyên kesên li aliyê Kobanêyê dimînin jî hel dikin.
Çîftçî got ku piştî DAEŞ ji herêmê vekişiya hezar û 300 tir alîkarî şandin aliyê Kobanêyê û wiha domand: "Di dema şer de me bi hezaran sûriyeyî li vê derê ezimand. Niha jî alîkariya ku em ji wan re dişînin bênavber dewam dike. Xelkê Kobanêyê niha ji bilî me nikare alîkariyê ji tu devereke din bistîne. Em wisa hêvî dikin ku Kobanê demildest bi ser xwe de bê."