Zeynep Çetinkaya
10 Îlon 2021•Rojanekirin: 11 Îlon 2021
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di tîrmehê da li gor meha beriya xwe ji sedî 1,4 zêde bû û derkete ji sedî 12ê. Di heman heyamê da hejmara bêkaran jî derkete 3 milyon û 902 hezar kesî.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên hêza xebatê ya tîrmeha 2021î eşkere kir.
Li gor vê hejmara bêkarên ji 15 salî mezintir di tîrmehê da li gor hema beriya xwe 506 hezar zêde bû û derkete 3 milyon û 902 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 1,4 zêde bû û derkete ji sedî 12ê. Rêjeya bêkariyê li gor heman heyama sala par jî ji sedî 2,4 kêm bû.
Rêjeya bêkariya xêncî cotkariyê jî di tîrmehê da li gor hezîranê ji sedî 1,6 puan zêde bû derkete jisedî 13.9ê.