Xwendekarên ku wê dest bi zanîngehê bikin, wê li gor Klavûza Bername û Kontenjanên Zanîngehan ya Pergala Bijartin û Bicihkirina Xwendekaran (PBBX) ya 2014an tercîhên xwe bidin. Xwendekar dikarin li ser malpera Navenda Bijartin û Bicihkirina Xwendekaran (NBBX) vê klavûzê bibînin. Xwendekar beriya ku tercîhên xwe bidin, divê ku vê klavûzê bi baldarî bixwînin.
Xwendekar dê tercîhên xwe li gor rê û rêbazên klavûzê li ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr"ê bi nimreyên nasnameya KTê û şîfreyên xwe, bixwe serlêdana xwe bikin. Tercîh li navendên serlêdanê nayên kirin. Serlêdan bi rêya poste û bi destan nayên qebûlkirin. Karên tercîhan di 17ê tîrmehê saet 23.59an de diqede. Dema tercîhan dê neyê dirêjkirin.
- Qeydên zanîngehê di îlonê de ne -
Encamên Bicihkirina Giştî ya Navendî ya PBBXê ya 2014an dê bi rêya înternetê (https://sonuc.osym.gov.tr) bê daxuyandin. Qeydên zanîngehan dê di navbera 1 û 5ê îlona 2014an de bên kirin.