Merve Özlem Çakır
12 Îlon 2022•Rojanekirin: 13 Îlon 2022
Li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê di meha tîrmehê da li gor mehek berê bi 0,3 puan kêmbûnê va bû ji sedî 10,1. Di vê heyamê da hejmara bêkaran jî bû 3 milyon û 445 hezar kes.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên daneyên hêza kar a meha tîrmehê eşkere kir.
Li gor vê, li Tirkiyeyê hejmara kesên bêkar ên ji 15 salî mezintir di tîrmehê da li gor mehek berê 113 hezar kes kêm bû bû û bû 3 milyon û 445 hezar kes. Rêjeya bêkariyê jî di heman mehê da 0,3 puan kêm bû û bû ji sedî 10,1.
Li gor daneyên TUÎKê di navbera salên 2018 û 2022yan da li gor mehan rêjeya bêkariyê wiha ne:
| 2021 | 2022 |
| Çileya Paşîn | 12,6 | 11,2 |
| Sibat | 13,2 | 10,7 |
| Adar | 12,8 | 11 |
| Nîsan | 13,5 | 11 |
| Gulan | 13 | 10,7 |
| Hezîran | 10,9 | 10,4 |
| Tîrmeh | 11,5 | 10,1 |
| Tebax | 11,7 |
|
| Îlon | 11,4 |
|
| Cotmeh | 11,2 |
|
| Mijdar | 11,2 |
|
| Çileya Pêşîn | 11,2 |
|
|
|
|