Haydar Şahin
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
ANKARA
Sala par li gor sala pêrar mesrefa ku ji bo seyahetê hat kirin ji sedî 14,8 zêde bû gihîşte 28 milyar û 33 milyon û 83 hezar lireyî.
Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) encama "Lêkolîna Turîzma Navxweyî ya Gelê Xaneyê" ya der barê sala 2016an û çaryeka 4an da eşkere kir.
Li gor vê di çaryeka 4an a ku ji mehên cotmeh, mijdar û berfanbarê pêk tê da 8 milyon û 467 hezar welatiyên ku li welêt rûdinin derketin seyahatê. Hejmara kesên ku rojek an ji rojekê zêdetir li ciyekî man li gor heman heyama sala beriya wê ji sedî 5,3 kêm bû û dakete 10 milyon û 688 hezarî.
Di nirxandina salane da hejmara seyahetê li gor sala beriya wê ji sedî 3,9 kêm bû û dakete 68 milyon û 450 hezarî.