Önder Beyter
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Bihayê warêlê nefta brent di roja serê hefteyê da bi 63,52 dolarî ye.
Warêlê nefta brent îna borî ji ser 63,79 dolarî dest bi rojê kiribû û herî zêde derketibû ser 64,25 dolarî. Bihayê warêlê nefta brent îro destê sibê jî ji ser 63,75î dest pê kir û ji saet 09,17an pê va jî ji sedî 0,36 berjêr bû û ji ser 63,52 dolarî miemeleyê dibîne. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava jî ji ser 56,80 dolarî tê firotan.
Ji hêla din va di piyaseya neftê da daneyên stoqên DYAyê ku wê di nava hefteyê da bên ragihandin, bên şopandin.