Hat ragihandin ku hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku îxraca nefta xwe zêde bike, di navbera Kerkûk û Hewlêrê de xebat da destpêkirin ku xeteke boriya neftê ya nû veke.
Sekreterê Komîsyona Neft û Xazê ya Meclisa Bajarê Kerkûkê Fuat Huseyîn daxuyanî da AAyê û wiha got: "Ji ber ku xeta boriya niha ya li Kerkûkê kevin e, rojê herî zêde 175 hezar warîl tê sewqkirin. Ji ber vê çendê di navbera Kerkûk herêma Kurdistanê de xeteke boriyê ya nû tê çêkirin. Çêkirina xetê wê heta meha hezîranê temam bibe. Piştî ku proje xelas bibe, wê rojê 300 hezar warîl ji xeta Kerkûk-Kurdistan-Ceyhanê re bê sewqkirin."
Li gor agahiya ku ji rayedarên Şirketa Neftê ya Bakur hat stendin, Wezareta Nefta Iraqê ji bo ku li herêmê neft zêdetir bê derxistin, ji fîrmayên biyanî yên Kerkûkê re telîmat şand.
Beriya ku DÎŞI derkeve, ji Kerkûkê rojê 300 hezar warîl neft sewqî Ceyhanê dibû, lê ji ber sabotajên DÎŞIyê sewqiyata neftê ji adara 2014an û heta niha sekinîbû. Sewqiyata nefta Kerkûkê, piştî ku Bexda û Hewlêrê di 1ê rêbendana 2015an de li hev kir, ji xeta boriya aîdê herêma Kurdistanê re dîsa dest pê kir. Vê gavê ji ber ku derxistina neftê kêm e, rojê 150 warîl tê îxrackirin.
Li gor peymana Bexda û Hewlêrê divê rojê 300 hezar warîl neft ji Kerkûkê bê îxrackirin. Ji bo ku bigihîjin vê armancê, tê hedefkirin ku derxistina neftê zêde bikin. Lê Berdevkê Wezareta Nefta Iraqê Asim Cîhat gotibû ji ber ku bîrên neftê yên li Çiyayên Hemrînê di destê DÎŞIyê de ne, ne pêkan e ku ev armanc di demeke nêzîk de bi cih were.