Abdullah Tel
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
ANKARA
Li Tirkiyeyê çawa tetîla Eyda Qurbanê bi dawî bibe di qada aboriyê da wê gelek xebat bên kirin.
Di nav van xebatan da amadekirina budçeya sala bê di serî da nûkirina Qanûna Bacê, Bernameya Maweya Navîn, hevdîtinên ji bo nûkirina Yekîtiya Gumrukê ya bi Yekîtiya Ewropayê ra û planên bi îcraetên wezaretan qewlê wan 180 roje wê di rojeva Tirkiyeyê da cih bigirin û derkevin pêş.
Li gor berhevkirina nûçegihana AAyê rojeva Tirkiyeyê piştî tetîla eydê wê bi gelek sernavên mijara wan aborî ye qelebalix be.
Di nav van mijaran da Pêşnûmaya Qanûna Budçeya Sala2018an û Bernameya Maweya Navîn wê di rêza ewil da cih bigirin û di rojeva Meclisa ku wê di 1ê Cotmehê vebe da jî cih bigirin.
Ji bilî vê Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal gotibû ku bi vebûna Meclisê ew ê ji bo bilez verastkirina hin qanûnan hewl bidin. Qanûna Bacê (KDV) ji wan mijaran ya ewil e û wê di rojeva Meclisê da jî cih bigire.
Ji bo berdewamiya Yekîtiya Gumrukê ya bi Yekîtiya Ewropayê ra jî wê axaftinên dihatin kirin bên domandin.