Ramazan Toprak
16 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2017
SİVAS
Li navçeya Hafikê ser bi bajarê Sêwasê, piştî ku ava Bendava Pûsat-Ozen kişiya minareya camiya ku di bin avê de mabû derkete ber çav.
Gundê Pûsatê ji aliyê Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve ji ber avakirina Bendava Pûsat-Ozenê di sala 2009an de hat avakirin. Bendav li ser Rûbarê Pûsatê û Çemê Madenkoyê hatibû avakirin. Gund jî 5 kîlometre ber bi jor ve jinû de hat avakirin.
Malên ku li gund hebûn jî di bin bendavê de man. Minareya camiya gund jî dema ku av dikişe û kêm dibe xuya dike. Ji ber sermaya zêde rûberê bendavê bi qeşayê hate girtin, loma jî minareya camiyê jî dîmenekî xweş dide temaşevanên xwe.
Gundiyê 80 salî ku mala wî di bin avê de mabû Alî Îhsan Corut, bo peyamnêrê AAyê wiha qala meseleyê kir: "Li herêma me serma van rojan pir xedar e. Loma jî rûberê bendavê bi temamî qeşa girtiye. Serma vê derê di bin sifirê de 20 e. Cihê berê yê nijtecihbûnê jî bi temamî bûye qeşa.