Piştî êrîşa Sirûcê karsaz û akademîsyen peyamên "yekîtiyê" didin û tê xwestin ku pêvajoya çareseriyê û veberhênan dewam bikin.
Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Şanliurfayê Eyup Sabrî Ertekîn der heqê mijarê de pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin û li ser êrîşa li Sirûcê wiha got: "Şanliurfayî wê vê pirsgirêkê derbas bikin. Heke em bi hev re hereket bikin, tu pirsgirêk tuneye ku çareser nebe."
Ertekîn got ku bûyer ji bo aboriyê rîsk in, lê divê meriv nekeve defikê û wiha got: "Em dixwazin ku li Şanliurfayê veberhênan werin kirin. Li gor sala par zêde pirsgirêk tuneye. Ji dawiya meha nîsanê û pê ve 42 belge ji bo teşwîqa veberhênanê hat dayîn. Tê plankirin ku hezar û 551 kes di van kargehan de bixebitin."
- "Heke rîska ewlehiyê derkeve, rewşa erênî dibe ku xerab bibe"
Kordînatorê Bernameya Aboriyê ya Enstîtuya Fikra Stratejîk (SDE) Prof. Dr. Muhsîn Kar jî got ku teror li herêmê dibe sedema nediyariyan.
Kar got ku li herêmê pirsgirêk tenê ji ber aboriyê nînin û wiha dewam kir: "Di nav 15-20 salên vê dawiyê da wexta ku meriv li lêkolîna xerckirina qamûyê ya serê merivê dinihêre, bajarên rojhilat di serî de tên. Pirsgirêkên li herêmê tenê ji ber aboriyê nînin. heke meriv bibêje tenê ji ber aboriyê pirsgirêk dertên, ev şaş e."
Kar got ku heke rîska ewlehiyê derkeve, dibe ku rewşa erênî xerab bibe, nediyariya pêvajoya çareseriyê dibe ku li herêmê veberhênana dereng bixe an jî betal bike.
Pisporê Aboriyê yê Weqfa Lêkolîna Siyaset, Aborî û Civakê (SETA) Prof.Dr Erdal Tanas Karagol jî got ku bi êrîşa terorê ra li herêmê ji aboriyê zêdetir ewlehî dertê pêş.
Karagol daxuyand ku divê pêvajoya çareseriyê dewam bike.
Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Zanistên Îqtisadî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê Prof.Dr. Necat Coşkun jî got ku aborî li ser pêbawerî û îstiqrarê ava dibe.
Coşkun got ku bi geşedanên Iraq û Sûriyeyê ve aboriya herêmê ket tengasiyê û piştî koçkirinan di qada xebatê de pirsgirêk derketin, pirsgirêkên aboriyê rû dan.
Coşkun got ku divê pirsgirêkên ewlehî û îqtisadî werin çareserkirin, heke veberdêr neyên jî divê dewlet li wê derê veberhênanê bike.
Coşkun bangî STKyên herêmê kir ku ji bo yekîtî û bihevrabûnê deng bidin û gav biavêjin û wiha dewam kir: "Mirovên herêmê divê li herêmê sermiyangirêdaniyê bikin û ewlehiya herêmê bide nîşanî her kesî. Dayîna peyama herî baş ew e ku bi awayekî fîîlî Sermiyangirêdanî werin kirin."
Endamê Hîndekariyê yê Zankoya Tîcaretê ya Stenbolê Prof. Dr. Murat Yulek jî îdia kir ku bûyera terorê ya li Sirûcê wê di demeke kurt de bandoreke neyînî li ser aboriya Tirkiyeyê çêneke.
Yulek got ku bûyerên Sûriye û Iraqê zirarê dide bajarên li ser sînor û wiha dewam kir: "Her çend teror pekiyabe welatê me jî û ji bo vê înfîalek derketibe jî zirar wê zêde negihîje aboriyê."