Wezareta Karên Daristan û Avê li Rojhilat û Başûrojhilatê Anadoluyê projeyên HESê di navbera 2003 û 2015an de çêkirin. Bi van projeyan ve salê 10 milyar û 431 milyon kîlovat saet hilberîn û ji bo aboriyê 800 milyon dolar pere hat bidestxistin.
Ji bo 3 milyon kesan salê 460 milyon metrekup ava vexarinê, ji 3 milyon û 261 hezar û 710 dekar qada çandinê jî av hat peydakirin. Ji bo aboriyê salê 4 milyar û 250 milyon lîre pere hat.
Nûçegihanê AAyê ji daneyên Wezareta Karên Daristan û Avê agahî dan hev û li gor van agahiyan di navbera salên 2003 û 2015an de li herêmên Rojhilat û Başûrrojhilatê Anadoluyê projeyên bendav, santralên hîdroelektrîkê, avê hatin çêkirin.
Ji bendavên ku hatin çêkirin 845 hezar û 840 dekar erazî re av hat peydakirin. Ji bo aboriya welêt salê 345 milyon lîre pere hat.
Hin bendavên ku hatin çêkirin ev in:
"Li Bîngolê Bendava Gulbaharê, li Elazigê Bendava Kepektaş, Dedeyolu û Kapiaçmazê, li Meletiyê Bendava Guzelyurt û Sofular, Kapikaya Turgut Ozal, Boztepe Recaî Kutan, Doganşehir Sogut û Gola Arapgîrê, li Tunceliyê Bendava Pertek Kacarlarê, li Agriyê Bendava Yaziciyê, li Erzurumê Bendava Plandoken, Pazaryolu, Gola Tortum Serdarliyê, Ava Başkale Erzurum-Narmanê, Gola HÎSê, li Bîtlîsê Bendava Hîzan Koçlukoyê, li Vanê Bendava Tulgaliya Jêrîn û Morgedîkê, li Hakkariyê Bendava Dîlîmliyê, li Karsê Bendava Selîmê, li Diyarbakirê Bendava Pamukçayê, li Şirnakê Bendava Sîlopî û Şirnakê, li Şanliurfayê Gola Depoya Taşbasanê, Înşaata Gola Cudi YAS Beslemeyê û Înşaata Gola Circipê."
Bendavên ku hê xelas nebûne jî wiha ne; Turnaçayiri, Narman-Şehiitler, Başkoy, Hamzabey (Baltaşi), Kanatli, Kiği, Yoncali, Kale, Erganî, Sîlvan, Başlar, Ambar, Kuruçay, Kavşaktepe, Uludere, Balli, Mardîn Depolamasi, Ilisu, Çetîntepe, Koçalî, Ardîl, Doğanpinar, Musabeylî, Yukari Afrîn, Unlendî û Kars.
- Ji HESan salê 800 milyon dolar pere
Di vê heyamê de Seyrantepe, Tatar, Beyhan 1 HES, Pembelik, Uzunçayir HES, Çemîşgezek HES, Alkumru HES, KULP 1, Kulp 4, Garzan, Kîrazlik, Şanliurfa HES, Bendava Alpaslanê û HES, Arkun, Gullubag, Ayvali, Koyulhîsar HES û Saraçbendi HES hatin vekirin.
HESên ku xelas bûne salê 10 milyar û 431 milyon kîlovat saet hilberîn û ji bo aboriyê 800 milyon dolar pere tê.
Ji tesîsên ava vexwarinê ji bo 3 milyon kesan salê 460 milyon mêtrekup ava vexwarinê tê. Navê hin tesîsan wiha ne:
Ava ji bo der û dora Tunelên Sîlvanê, Xeta Îsaleyê ya Ava vexwarinê ya Mardîn Kiziltepe, Projeya Ava vexwarinê ya Sîîrtê, Xeta Îsaleyê ya Ava vexwarinê ya Sîîrt Pervariyê, Tesîsên ava vexwarinê ya Şirnakê, Tesîsên ava vexwarinê yên Şirnak Îdilê, Xeta Îsaleyê ya Ava vexwarinê ya Bendava Agri Yaziciyê, Tesîsa avavexwarinê ya Vanê."
Heke ev tesîs temam bibin ji bo 2 milyon û 600 hezar kesan salê 393 milyon mêtrekup ava vexwarinê tê peydakirin.
Wezîrê Karên Daristan û Avê Veysel Eroglu der heqê bendavan de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Em van bendavan ji bo kêfa xwe çênakin. Li gor cografyaya welatê me em mecbûr in ku bendavan çêkin."
Eroglu ragihand, ji ber rejima barana Tirkiyeyê dema ku av zêde dibe, divê ev av were depokirin, ev jî bi bendavan çêdibe û paşê dema ku baran nabare, ev av tê bikaranîn.
Eroglu li ser êrîşên bendavan jî wiha got: "Em çawa li Îzmirê bendavan çêdikin, em li Şirnakê jî çêdikin. Ji ber ku bendav li herêma sînor in, hin girse dibêjin ku ev bendav li dijî PKKê tên çêkirin. Bendav ji bo axa herêmê bereket e. Ji bo welatiyên me deriyê kar e. Em ê teqez destûrê nedin zilma PKKê. Dewlet mecbûr e ku pergala qamûyê çêke. Ne pêkan e ku Tirkiye li ber PKKê bejna xwe bitewîne û tawîzê bide. Divê her kes vê baş fêm bike."