ANKARA
Saziyên ku li seranserê Tirkiyeyê sotemeniyê difroşin di lîtreya benzînê de bi qasî 8 qûriş daxistin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda li Enqereyê ji îro şûnde lîtreya benzîna 95 oktan a bêzirîç ku berê bi 4,99 lîreyî dihat firotin wê êdî bi 4,91 lîreyî bê firotin. Li Stenbol û Îzmîrê jî lîtreya benzîna 95 oktan a bêzirîç di navbera 4,99-4,98 lîreyî de dihat firotin, bi vê daxistinê ve wê êdî li her du bajaran jî di navbera 4,91-4,90 lîreyî de bê firotin.
Li her sê bajarên mezin jî lîtreya benzîna 97 oktan a bizirîç a ku di navbera 5,01-5 lîreyî de dihat firotin bi daxistinê ve dê di navbera 4,93-4,92 lîreyê de bê dayîn.
Fîrmayên ku bihayê sotemeniyê eşkere dikin, dikarin li gor bajaran guhertinên piçûk bikin.