ANTALYA
Muteşebîs Mehmet Aksoy ji Rusyayê di nav 30 baholan de kurmên sor yên Kalîforniyayê anîn û bi pîsiyên wan dest bi hilberîna gubreyê kir. Niha li 18 tesîsan, bi 200 milyar kurman salê ji 5 milyon lireyan zêdetir pere qezenc dike.
Midûrê Giştî yê Fîrmayê Mehmet Aksoy ji nûçevanê AAyê re diyar kir ku wî 5 sal berê ji Rusyayê kurmên sor yên Kalîforniyayê, yên bi navê "lumbricus rebellus" anin û dest bi çêkirina gubreya organîk kir û wiha got: "Ev gubre dişibe axa reş û bêhna wê ya nexweş tuneye. Di nav de ji bo nebatan hemû enzîm, made, antîbiyotîkên axê, vîtamîn, hormonên mezinbûnê hene. Madeyên nebaş tunene."
Aksoy diyar kir ku "Qasî bi 200 milyar kurman di mehê de bi qasî 300 ton gubreyê çêdikin. Ji ber ku hemû firotine, heta 2014an gubreya ku bifroşin nemaye. Kîloya gubreya hişk di navbera lîreyek û 2.5 lîreyan de, kîloya gubreya ter jî 50 lîre ye û di dest wan de gubreya ku bifroşin nemaye."
Aksoy ragihand ku êdî welatên wek Amerikayê pêşveçûyî dev ji gubreya kîmyewî berdane û ya organîk bi kar tînin û ew herî zêde difroşine Almanya, Iraq, Kuveyt, Erebîstan û Libyayê.