GAZÎANTEP
Ji Başurê Rojhilatê Anatoliyayê di nav 9 mehan de bi qasî milyarek û 97 milyon dolaran ixracata xalîçeyan çêbû.
Nûçevanê AAyê ji daneyên Yekitiyên İxracatkarên Başurê Rojhilata Anadoluyê agahî hilda. Li gor agahiyê ji herêmê par di navbera mehên çileya paşîn û îlonê de milyarek û 72 milyon û 252 hezar dolaran ixracata xalîçeyan çêbû. Lê îsal li gor par ev hejmar ji sedî 2.3 zêde bû û bû milyarek û 97 milyon dolar.
Xalîçeya herî zêde hate îxrackirin xalîçeya makînê ye. Li dû wê xalîçeya tufteyê û pişt re jî xalîçeya bi destan û cacim hate îxrackirin. Dewletên ku herî zêde ixracata xalîçeya jê re tê kirin Amerîka, Erebîstan, Lîbya, Iraq û Almanya ne.