26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
HEWLÊR- HEMIN BABAN
Bîrên petrolê li nahiyeya Geyareya Mûsilê ji ber agirê derketî bi mehan e dişewitin.
- DEAŞê 24 bîrên petrolê dane ber agir
Piştî ku Geyare ji DEAŞê hat rizgarkirin, rêxistinê nêzîkî 24 bîrên petrolê hemû dane ber agir. Ji ber şewitandina bîran petrol rijiya ser cadeyan û bû sedem ku hewa herêmê jî xera bibe.

Ekîbên agirkujiyê bi mehan e hewl didin ku agir bixin bin kontrolê lê di vê de bi ser nakevin. Agirê ku ji derketina DEAŞê vir ve derketiye berdewam e û bîrên Mûsilê dişewitin.
Agirê ku ji dehan kîlometreyî vê tê dîtin ji 5 mehan û vir ve dema Artêşa Iraqê ew der kontrol kir û heta niha didome.

Xebatkarên Şirketa Bakur a Petrolê ku di hewla vemirandina agir de ne dibêjin me heta niha 13 ji wan tefand lê agir li 11 heban berdewam e.
- Bi sedan milyon dolar ziyan gihîştiye Iraqê
Li gor zanyariyan ji ber agirê bîran hikûmeta Iraqê hetanî niha bi sedan milyon dolar zirar kiriye.
Yek ji xebatkarên Şirketa Bakur a Petrolê bi peyamnêrê AAyê xeber da û got: "Me heta niha 13 bîrên ku DEAŞê teqandine xistine bin kontrola xwe. Lê 11 bîr hê jî dişewitin. DEAŞê li vir 30 bombe çandibûn. Yek ji sedemên herî mezin ê ziyanê jî ev in. Mixabin tenê ji ber van bîran bi sedan milyon dolar zirar gihîştiye hikûmeta Iraqê."
-Mezintirîn nahiyeya Mûsilê Geyare
Geyare nahiyeya herî mezin a bajarê Mûsilê ye û di sala 2011an de niştecihên wê 80 hezar kes bûn. Ji ber zêdebûna neft û qîrê ev nav lê hatiye danîn. Qeyare û bi zimanê Iraqiyan Geyare jî jê re tê gotin. Herwiha herêmeke di warê niftikan de jî pir dewlemend e û li qiraxê Çemê Dîcleyê ye. Parzûngeha Geyare jî yek ji parzûngehên herî kevn e ku di sala 1956an de hatiye danîn. Parzûngeh ji wê demê heta niha nehatiye nûkirin.

Geyare li başûrê bajarê Mûsilê ye û bi 60 kîlometreyî jê dûr e. Bi dehan bîrên neftê tê de ne û di warê jêrxaneyê de pir dewlemend e. Li gor zanyariyan 80 bîrên neftê tê de hene.
Piştî ku DEAŞê 10ê Hezîrana 2014an Mûsil girt êrişî Geyareyê jî kir û girt. DEAŞê jî ji Geyareyê qezenceke mezin a aborî bidest dixist. Rêxistinê petrola vir difirot û pereyekî baş bidest dianî. Loma jî bihayê petrol erzan bû. Li gor pisporan DEAŞê rojane 10 hezar bermîl neft firotiye.

Geyare 25ê Tebaxa 2016an ji aliyê Artêşa Iraqê ji DEAŞê hat stendin. Xelkê deverê ji ber nebûna av, xwarin û ceyranê gelekî zehmetî kişand. Gelek ji xelkê wê derê jî pêştir xwe gihandibûn Herêma Kurdistanê û li wir di konan de wek penaber dijiyan.
Xelkê niha li Geyareyê dimîne ji ber wê dûman û bêhna ku ji agirê petrola bîran derdikeve di haletekî pir xerab de ne û metirsiyên mezin di warê tenduristiyê de li ber wan e. Tirs ew e ku nexweşiyên ji vir derkevin sîrayetî neviyên wan jî bikin. Dîsa jî xelkê Geyare dibêje: "Karesata herî mezin ji bo me DEAŞ bû. Lewra ew bi temamî musîbet bû."