Çiyayê Agiriyê ya ku bûye mijara efsane û gotegotên curbicur bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne. Çiyagerên ku bi navbeynkariya acenteyên gerê hildikişin çiya, piştî rêwitiyeke bizehmet ya 3 rojî digihêjin serê çiyayê. Tîmên ku hilkişîna xwe qedandin, daketina ji çiyê jî du rojan de diqedînin.
Çiyayê Agiriyê ji hêla potansiyela tûrîzma havîn û zivistanê cihekî girîng e. Kesên ku bixwazin derkevin serê Çiyayê Agiriyê, bi navbeynkariya acenteyên gerê tên navçeya Bazîdê.
Komên gerê bi alîkariya rêberan, piştî meşeke bi qasî 4 saetan tên cihê kampê ku 2 hezar û 300 metreyî bilind e û bi şev li wir dimînin. Kom bi tîrêjên rojê yên ewil re eşyayên xwe li hêstiran bar dikin û piştî meşekê bi qasî 3 saetan digihêjin kampa di bilindahiya wê 4 hezar û 200 mêtro ye.
Tîmên çiyager li vir xwe amade dikin û bi şev bêhna xwe vedidin. Tîm piştî meşeke 5 saetî digihêjin serê çiyê û demeke kurt li wir dimînin. Tîmên ku ji çiyê dadikevin dîsa tên kampa duyem ya bilindahiya wê 4 hezar û 200 mêtro ye û li wir rojekê bêhna xwe vedidin. Tîmên ku bi awayekî serkeftî derketine çiyê vedigerin Bazîdê.
Tîm piştî daketinê bi gelê herêmê re sohbet dikin. Endamên Kulûba Sporên Xweza û Şiverêyê ya Vanê di çarçoveya projeyên berpirsyariya civakî de hilkişiyan Çiyayê Agiriyê û firçeyên diranan û mecûn belavî welatiyên li zozanan kirin.
-"Tûrîstên biyanî herî zêde ji ber baweriyê hildikişin Çiyayê Agiriyê"
Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Agriyê Muhsîn Bulut daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Çiyayê Agiriyê herî zêde ji hêla bawerî û tûrîzma xwezayî ve balê dikşîne. Bulut got ku her roj bi sedan tûrîst tên û hildikişin serê çiyê û roj bi roj ev jimar zêdetir dibe.
Bulut dest nîşan kir ku Çiyayê Agiriyê navendeke girîng ya hilkişînê ye û got ku divê mirov Çiyayê Agiriyê ji du aliyan ve binirxîne. Yek ji van aliyê baweriyê ye, ya din jî aliyê xwezayê ye. Bulut got ku piraniya tûrîstên ku tên vir, ji ber baweriyê tên. Wekî hûn jî dizanin riwayetên ku dibêjin Keştiya Nûh li Çiyayê Agiriyê ye, hene û piraniya tûrîstan jî ji bo hezza manewî hildikişin çiyê. Bulut dest nîşan kir ku îsal jimara tûrîstan bi awayekî balkêş zêde bûye û got ku tûrîst bi taybetî ji Komara Çekê, Slovakya, Rûsya, Îran û Polonyayê tên.
-"Tê payîn ku îsal ji 6 hezaran zêdetir tûrîst hilkişin Çiyayê Agiriyê"
Bulut diyar kir ku di sala 2012an de 6 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Agiriyê û dê îsal ev jimar zêde bibe û got ku Çiyayê Agiriyê bûye mijara gelek efsane û gotegotên wek "Du Xwîşk, Efsaneya Çiyayê Agiriyê, Kerem û Eslî, Siyabend û Xecê, Keştiya Nûh." Ji ber vê yekê jî hem ji bo tûrîzma zozanan hem jî ji bo tûrîzma baweriyê girîng e.
Bulut got ku li serê çiyê di sitûrahiya 300 mêtreyî û bi dirêjahiya 5 kîlomêtreyan qeşaya herî mezin ya Tirkiyeyê heye ku ev qeşa bi qasî qadeke 10 kîlometreyan vedigire. Bulut diyar kir ku par 6 hezar kes hilkişiyan Çiyayê Agiriyê û got ku em hêvî dikin ku ev jimar îsal zêdetir bibe. Bulut dest nîşan kir ku ji bo hilkişînê wextê herî guncav meha îlonê ye û got ku em kesên ku dixwazin hilkişin Çiyayê Agirî vedixwînin bajarê xwe.