Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, bi balafira Rêhewayên Tirkiyê di 16 saetan de ji Rusyayê derbasî Bûenos Aîresê bû û di Lijneya Giştî ya Komîteya Olîmpîyatê de axivî.
Erdogan diyar kir ku ji bo olîmpîyatan hemû derfetên Tirkiyê hene û bi van gotinan bal kişand ser aştiyê: "Olîmpîyatên ku li Tirkiyê ku piraniya gelê wê misilman e bên kirin, bê guman wê him ji herêma me ku hesretî aştiyê ye re him jî ji dinyayê re bibe peyameke watedar û bitesîr. Em bi hikûmeta xwe, bi muxalefeta xwe, bi saziyan xwe yên sivîl, bi medyaya xwe û bi mîletê xwe ve ji bo Olîmpîyatên 2020an amade ne."
Erdogan, got ku olîmpîyatên li Îstanbulê dê weke pireyekê paşeroj û pêşerojê, şarîstaniyan, çandan, parzemînan û keda mîrovatiyê berhev bike û wiha dewam kir: "Ez bi dilê safî bangî dinyayê dikim. Werin em bi hev re pireyan ava bikin. Werin em bi hev re dirokê binivîsin."
Serokwezîr Erdogan, got ku pêşkeşiya Tirkiyê serkeftî bû û bawer dike ku dê mafê mazûvaniya olîmpîyatên 2020an bidin Îstanbulê.