Türkan Tosun,Sevim Hatun
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
HAKKARÎ
Di nav 10 mehan de 128 hezar û 840 kesî ji Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî ya ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ye rêwîtî kir.
Li navçeya Yuksekovayê piştî operasyonên hêzên ewlekariyê rewşa aramî û ewlehiyê pêk hat û ji bo ku aborî zindî bibe xebat dewam dikin.
Di 26ê Gulana 2015an de balafirgeh hat vekirin lê ji ber êrişên terorî piştî 3 mehan hat girtin. Di 9ê îlonê de Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî careke din dest bi xizmetê kir û tesîreke wê ya erênî jî li ser aboriya herêmê heye.
- Hejmara rêwiyan ji sedî 33 zêde bû
Li gor agahiya rayedarên Balafirgeha Selaheddîn Eyyûbî îsal di meha cotmehê de hejmara rêwiyên ku di nav welêt de çûne û hatine ji sedî 33 zêde bû û gihîşte 17 hezar û 949 rêwiyan.
Seferên balafiran jî di meha cotmehê de li gor heman mehê ya par ji sedî 11 zêde bû û bû 124 sefer, bar jî bû 170 ton.
Li gor heman heyamê ya par îsal ji sedî 501 zêdebûnê va 128 hezar û 840 rêwiyan ji balafirgehê rêwîtî kir.
Bi giştî hejmara seferên balafirê jî ji sedî 465 zêdebûnê va gihîşte hezar û 39an.
Qaymeqamê Yuksekovayê û Cigirserokê Şaredar Mahmut Kaşikçi ji nûçegihanê AAyê re got di çêkirina balafirgehê de destpêkê hin zehmetî derketine holê lê Serokomar, Serokwezîr û hikûmetê bibiryar tevgeriyane ku ev xizmet bigîhîje gelê herêmê.
Kaşikçi got ku seferên balafirê li gorî salên borî zêde bûne û wiha axivî: "Seferên me yên balafirê yên Enqere, Stenbolê seranserê hefteyê hene û hema hema di balafiran de valahî namîne."
Kaşikçi got ku ev balafirgeh tenê ji bo Hekarî û Yuksekovayê nîne û wiha dewam kir:
"Di heman demê de li vî aliyê me Ûrmiyeya bajarê Îranê heye. Miletê li wir jî balafirgeha me bi kar tîne. Pêşerojê de wê welatiyên Îranê zêdetir bên vir, ji balafirgehê îstîfade bikin. Balafirgeh roj bi roj mezintir dibe û xizmetê dide. Vê gavê li Yuksekovayê nexweşekî me bi hêsanî di nav saet û nîvekê de xwe digihîne Enqereyê."
Ji welatiyan Metîn Ertunçê bi balafirê ji Enqereyê hat Yuksekovayê got ku wî nexweşê xwe li Enqereyêê tedawî kiriye û piştî tedawiyê bi balafirgehê hat navçeyê.