BRUKSEL
Wezîrê Darayiyê yên Yekîtiya Ewropayê, bi welatên endam re civiyan. Wezîrê Darayiyê Mehmet Şîmşek, beşdarî civînê bû û bersiv da pirsên rojnamevanan. Şîmşek, diyar kir ku li ser aboriya Tirkiyê û rojeva binyada reforman axivîye û wiha pêde çû: "Min fersend dît ku ez pêşveçûna aboriya Tirkiyê ya salên dawî vebêjim. Divê em vê guftûgoyê xurt bigrin. Pêvajoya guftûgoya bi YEyê re, ji bo veguherînên aborî, sîyasî û civakî girîng e. "
Şîmşek, got: "Em, ferqa di navbera xwe û Ewropayê de bilez kêm dikin. Mesla 10 sal berê li serê kesekî hatina neteweyî li gorî nîvendeya YEyê ji sedî 36 bû, niha derketiye 56an. Ango di 10 salan de me, ferq 20 puanan kêm kiriye."
Şîmşek, da zanîn ku berî civînê bi Komîserê Pere û Aboriyê yê YEyê Ollî Rehn re li ser bûyerên Parka Geziyê axiviye û wiha got: "Helbet hinekî bandora neyînî ji ber bûyerên Parka Geziyê çêbû. Ji ber ku li derveyî welat bûyerên Parka Geziyê bi awayekî dezenformîst hatin nîşandan, ev yek di nav sermayedarên derveyî welat de bû sebebê xelxeleyê. Lê me, zûbizû bi sermayedaran re têkilî danî û me diyar kir ku ev bûyer, li hin bajarên mezin bi awayekî piçûk diqewimin. Me got ku bandora vê yekê li ser aboriya reel pir hindik e."
Şîmşek, li mudaxaleya dawî ya Bankaya Navendî pirsek bersivan û got: "Ez mudaxeleya Bankaya Navendî, şîrove nakim. Lewra Bankaya Navendî serbixwe ye. Ew çend salên dawî di şertên zehmet de bi polîtîkayên serkeftî, performanseke serkeftî derdixe hole."
Rojnamamevanekî got "Gelo li ser kêmkirina bihayê ehliyeta ajovaniyê, bandora medyaya civakî çêbû?" Şîmşek, got: "Naxêr."