ANKARA
Serokê Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Navenda Kooperatîfa Krediya Çandina Tirkiyê Îlhamî Teke diyar kir ku bandora pêvajoya çarêseriyê li gelek qadan tê xuyanê û Teke wiha dewam kir: "Bi saya krediyên bêfaîz û ji sedî 4 bi faîz, welatiyên li Rojhilat û Rojhilata Başûr dijîn dê di hêla aboriyê de xurt bibin."
Teke der barê bandora baş ya pêvajoya çarêseriyê ya li ser çandinî û ajaldariyê daxuyaniyeke nîvîskî da.
Teke bi bîr anî ku bi vê pêvajoyê, pirsgirêka terorê ku ev 30 sal e li Tirkiyê didome, ketiye merheleya çareseriyê. Ji bilî saziyên dewletê, saziyên civakî yên sîvîl jî piştgirî dane vê pêvajoyê.
Her wiha Teke got ku wekî kooperatîf di 6 mehê vê salê de 17 milyar û 135 hezar lîra Krediya ajaldariyê dane 5 hezar û 800 hilberînerî. Teke wiha dewam kir: "Di vê demê de em çûn ber deriyê her kesî û me piştgirî da wan.